REZOYÊ OSÊ

        (10.10.1950-4.3.2010)

Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê ye . Roja 10.10.1950 li gundê Dekşûrî /Cizîrê -parêzgeha Hisiça,herêma Qamişlo / hatiye jiyanê.Xwendina xwe,ya seretayî li gundê Tenûrî / gundê sînordaşê Dekşûrî / kuta kiriye.Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamişlo bi dest xistine . Bi navên : Aro; Rezo; Stêr; Azad; Pirs; Ebdulrezaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye / wilo jî di malperan de /, ji wan : Stêr; Armanc; Dugir; Pirs; Metîn; Dengê Azadî; Zanîn….

Ji havîna sala 1970 de dest bi nivîsandinê kiriye . Gelek gotar û lêkolîn belav kirine . Wilo jî,helbest / keveşop û nûjen / nivîsiye,şano di kovaran de belav kirine,folklor daye hev û belav kiriye,kurteçîrok nivîsîne,çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê Dîk-Dîko; Libhinarê;Bavê Hepûn;Şengê û Pengê; Finda Şemal çap kirine /Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr.M.Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêşkêşkirina herdu navan hatine çapkirin/.

 

Bi kurtî:

  1. 1972 - 1974 Endamê komîta berpirsiyariya kovara "Şoreşgêr", ko li bajarê Berlîna Rojava derdiçû,maye.
  2. Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn,ko sê pirtûk li Berlîna Rojava çap kirin / Dîwana S. Hêzanî,bi Kurdî. Helperkên Kurdî, yên folklorî, bi zimanê Elemanî. Miletek berxwedanê di ber hebûna xwe de dike, bi zimanê Elemanî/.
  3. 1977 kursê fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko, ji grûpek xortên Kurd / yên zanîngehê / re vekiriye.
  4. 1977 Bûye endamê komcivîna damezrandina "Hevbenda Kawa bo wêjeya Kurdî" / dameznerên vê hevbendê : Bavê Nazê; Dr.M.E.Najarî; Dr.S.Mulla û Rezo bûn / ko li Mosko pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk / bi zimanê Erebî,çi wergerandin,çi jî afirandin/ dane weşandin.
  5. 1978 – 1980 Bûye endamê " komîta amadekar " bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanênKurd li Ewropa, ko di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.
  6. 1980 – 1981 Berpirsiyariya belavoka " Ronakbîr ",li Sûriya,kiriye.
  7. 1982 – 1984 Bi Bilûrvan re serkêşiya fêrbûna "Kursên zimanê Kurdî" li binekova Cizîrê kiriye.
  8. 1983 – 1993 Berpirsiyariya kovara "Stêr",bi Bilûrvan re / weku damezrêner /, paşê bi Dilovan û hin rewşenbîrên din re kiriye.
  9. 1993 - Endamê komîta berpirsiyar e di kovara "Pirs" de.
  10. 2002 - Endam û yek ji damezrênerên " Komîta xelata Cegerxwîn" e.
  11.  2003 - Bûye endamê komîta şêwirdarên kovara "Pêl" ko li Elmaniya der tê.Vê salê jî bûye endamê "PENa" Kurd.
  12. 2003 – Vexwendî çalakiyên sedsalaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê,bûye.Li wir " Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de" pêşkêş kiriye.
  13. 2004 – Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya "rojên wêjeyê li Amedê" bûye û beşdarî kiriye.
  14. 2005 – Endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk bû,ko di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat.
  15. 2005 – Vexwendiyê festîvala rewşenbîrî ya yekemîn li Duhokê bû, da lîkolînekê li ser " hevoksaziya Kurdî " . pêşkêş bike . Lê ji ber sedemên rewşa navwelatî / di navbera Sûriya û Îraqê de/ nikarîbû amade bibe,tenha lêkolîna xwe rê kir.
  16. 2006 – Endam û çalakdarê festîvala rewşenbîrî ya duhemîn li Duhokê bû.
  17. 2008 – Endam û çalakdarê festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê bû.
  18. 2008 – wergêrê xelata yekemîn ya fablê li Wanê bû.

    Pirtûkên Rezo

    Çîrokên kurdî gelêrî bo zarokan

    1. Dîk-Dîko (sala 1991):

    1. Rovî – beranê kovî
    2. Kerê pistkurmî
    3. Kêça kezîkur
    4. Dîk-Dîko

    Libhinarê (sala 1991):

    1. Destbiratiya Rovî û Melê .
    2. Libhinarê
    3. Gurê tirsonek
    4. Pîrê û Rovî .

    3.Bavê Hepûn:

    1. Bavê Hepûn
    2. Hirçê û Mihemedoko
    3. Kero hevsarzero
    4. Kêza Kêzxatûn

    4. Sengê û Pengê:

    1. Sengê û Pengê
    2. Gurê har
    3. Keçên Pîrê
    4. Beq û Tûpisk

    5. Finda Semal :

    1. Finda Semal
    2. Gavan û Gur
    3. Mih û Gur
    4. Fatika Gavan

Berhemên Rezo yên di vê malperê de:

Uzunnzme1 Uzunnzme2 Uzunnzme3
Keftar Hed Mehîr
Çûk Tajî Kurk
Bew Karwan Rêwî
Bibûre Ciwanî û kalî Merganê
Rojên wêjeyê 2

Bazê Şingalê

Nameya kovarên Kurdî

Xilmaşî

Dergeh

Lolo...lêlê

Pezkovî

Rojên wêjeyê 1

Nimûneya kurdên Binxetê-1

Tifik PALO rabe Rewşenbîr di navbera teorî û praktîkê de
Xwendinek di berhemên Cegerxwîn 1 Rûmet  

       

Here vir: Dergeh